JD Vance hişyarî da Îsraîlê: Ez li şûna wan bûma min ê yekane hevalbendê xwe yê xurt nekiriba hedef

Alîkarê Serokê DYE'yê JD Vance bi tundî li ber dijberên Donald Trump ên li nava hikumeta Îsraîlê rabû û bang kir ku li şûna rexnekirina Serokê DYE'yê "bila çavên xwe vekin".

JD Vance li Qesra Spî civîneke çapemeniyê lidar xist û got, "Donald Trump niha li cîhanê yekane serokdewlet e ku ji neteweya Îsraîlê hez dike."

JD Vance got, "Eger ez parçeyek ji hikumeta Îsraîlê bûma, min ê yekane hevalbendê xwe yê li tevahiya cîhanê nekiribûya hedef" û bi vî rengî dewam kir: "Ji sê parên çekên parastinê yên ku di nava sê mehên dawî de welatê we parast du par bi destê Emerîkayê hatin çêkirin û ji aliyê xelkê Emerîkayê ve bi baca ku dide hatin afirandin. Pirsgirêka Îsraîlê ya Donald Trump nîne; yên ku li Îsraîlê difikirin ku Serokê DYE'yê pirsgirêka wan a herî mezin e divê çavên xwe vekin û rastiyê bibînin."

Alîkarê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê her wiha got, "Êrişên li Beyrûdê yên li ser sivîlan nayên qebûlkirin" û destnîşan kir ku divê Îsraîlî hurmetê nîşanî vê pêvajoya aştiyê ya navbera Washington û Tehranê bidin.

Ev daxuyanî bi çend saetan piştî daxuyaniya Îsraîlê hat ku gotibû, li gel peymanê nêta wan heye ku dagirkeriya li Başûrê Lubnanê dewam bike û versiyoneke nû ya ku pênaseya "herêma tamponê" berfireh dike, weşand.